ARA News- Heleb

Topbarana li ser taxên Kurdî yên li Helebê berdewam e, duh jî zarokekê jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din birîndar bûn.

Serê sibeha îro Şemiyê jî, grûpên îslamî yên radîkal bi 2 botlên xazê yên teqîner û 2 topban taxa Şêx Meqsûd a li Helebê topbaran kirin û gelek ziyanên madî gihandin navçeyê.

Ehmed Hisên ji nava taxa Şêx Meqsûdê ji ARA Newsê re got ku, ji encama êrîşên grûpên radîkal, rojane ziyanên madî digihin mal û milkên welatiyên Kurd û hejmara qurbaniyan jî zêde dibe.

Şeva borî jî ji encama topbarana li ser heman taxê, zarokekê jiyana xwe ji dest dabû û 5 sivîlên din birîndar bibûn.

Herwiha Hisên diyar kir ku, mebesta wan grûpên îslamî ew e ku, taxa Şêx Meqsûdê ji welatiyên Kurd vala bikin.

Ji naverasta Sibata borî ve, grûpên îslamî yên radîkal taxa Şêx Meqsûd a kurdnişîn li Helebê dorpêç kirine û rojane wê didin ber topan.

For the latest on Syria and the Kurdish region, follow us on Twitter :
  • Short link :


Leave a comment