PDK-T: PKK û AKPê Bakurê Kurdistanê kavil dikin

ARA News- Amed

Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiyê (PDK-T) dibêje ku, ji ber ku şerê AKP û PKKê ne şerê “dewlet û Kurdan e” Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî “navbênkarî û destêwerdanê nake.”

Serokê Giştî yê PDK-T, Mihemed Emîn Kardaş di hevpeyvînek taybet de ligel ARA Newsê behsa çend pirsên girîng ên di rojeva Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de kir.

PKK xizmeta Kemalîstan dike”

Derbarê şerê li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê de, Mihemed Emîn Kardaş diyar kir ku, şerê di navnber Patiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de “ne şerê dewlet (Tirkiyê) û Kurdan e.”

Kardaş got jî ku “PKK di bin bandora Sosyalîstên Tirkiyê de xizmeta Kemalîstan dike.”

Navborî tekez kir jî ku “PKK û AKPê Bakurê Kurdistanê têkdidin û kavil dikin.”

Derbarê rola PDK-T di şerê li Bakurê Kurdistanê de, Kardaş wiha got: “Em wek PDK-T nikarin ti rolekê di rawestandina şer de bilîzin, ji ber ku PKK û AKPê, ne di deme aştiyê de û ne di dema şer de, guh nadin raya giştî.”

Parlamentoya Tirkiyê Kurdan qebûl nake”

Serokê Giştî yê PDK-T balkişande ser rakirina parêzbendiya parlamanterên Kurd ji aliyê Parlamentoya Tirkiyê ve û got: “Divê bi hişmendane tevbigerin. Wan di dîroka xwe de ti rêxistinek Kurdî qebûl nekiriye.”

Mihemed Emîn Kardaş diyar kir jî ku, ti hevahengî di navbera wan û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de nîne û wiha pêde çû: “Me ew (HDP) vexwendine civîna xwe, ya ku dê 27ê mehê birêve biçe.”

“Arasteya PKK û HDP ne Kurdî ye”

Serokê Giştî yê PDK-T, her du aliyên PKK û HDP bi wê yekê tohmetbar kirin ku “arasteya wê ne Kurdî ye” û got: “Ji ber ku arasteya PKK û HDP ne Kurdî ye, ez bawer nakim Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî desêtwerdana şersê di navbera her du aliyan û APKê de bike.”

“Pêwendiyên me ligel Barzanî stratejîk in”

Di dawiyê de jî, Serokê Giştî yê PDK-T ronahî xise ser pêwendiyên wan ên ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî û got: “Pêwendiyên me ligel Barzanî stratejîk in, têkiliyên me jî berdewam hene.”

Top