Dema derbaskirina sînorê Qamişlo ji aliyê leşkerên Tirk ve

ARA News- Qamişlo

Carek din artêşa Tirkiyê sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas kir û ziyan gihand e baxçe û zeviyên welatiyan.

Çend welatiyên Qamişloyê ji ARA Newsê re diyar kirin ku, îro Şemiyê demjimêr 09:45, çend zirîxpoşên artêşa Tirkiyê ji aliyê Nisêbîna Bakurê Kurdistanê ve sînorî Qamişloyê derbas kirin.

Wan welatiyan anîn ziman jî ku, artêşa Tirkiyê ligel çend barhilgiran û bildozerekê nêzîk 100 metirî derbasî sînorê Qamişloyê bibû.

Herwiha bildozera ku leşkerên Tirk bi xwe re derbas kiribûn, baxçe û zeviyên welatiyan têkdan û hemû şînî û tiştên ku çandibûn hilkiriye.

Ji dema destpêkirina êrîşa artêşa Tirkiyê ya li ser bajarên Bakurê Kurdistanê ve, ev 7emîn car e ku leşkerên Tirk sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas dikin.

For the latest on Syria and the Kurdish region, follow us on Twitter :
  • Short link :


Leave a comment