ARA News- Hims

Hikûmeta Israîlê barek alîkarî derbasî parêzgeha Qinêtre kir, opozîsyona Sûriyê jî vî karî şermezar dike.

Çalakvan Amir el-Amir ji parêzgeha Qinêtreyê (başûrê Sûriyê) ji ARA Newsê re tekez kir ku, îro Çarşemê (8ê Hezîranê) barek alîkarî ji hikûmeta Îsraîlê bi rêya xala sînorî ya gundê el-Işe derbasî parêzgehê hatin kirin.

Amir el-Amir diyar kir jî ku, ew alîkarî ji aliyê Encûmena Xwecihî ya ser bi Encûmena Şoreşgerên Sûriyê ve hatine derbaskirin û parvekirin.

Li gor agahiyên ku gihiştine ARA Newsê, ew alîkarî ji “şekir, birinc, şîrê zarokan û kelûpelên din ên xwarinê” pêk dihatin, lê dema ku welatiyên navçeyê naskirin ew ji aliyê hikûmeta Israîlê ve hatine şandin “hinan ew alîkarî şewitandin û yên din jî qebûl nekirin ku wan ji dest kesên ku parve dikirin werbigrin.”

Heman çalakvanî zelal kir ku “niha du Encûmenên Xwecihî li Qinêtreyê hene, yek ser bi Encûmena Şorşegerên Sûriyê ve ye û ya din jî ser bi Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ve ye.”

Herwiha xala sînorî ya ku li gundê el-Işe di navbera Sûriyê û Îsraîlê de hatiye vekirine “li gor rêkeftina Encûmena Şoreşgerên Sûriyê û Îsraîlê” bû û heta niha jî “xalên wê rêkeftinê nehatine ragihandin.”

Ji aliyê xwe ve, Encûmena Xwecihî ya Qinêtre ya ku ser bi Hevpeymaniya Opozîsyonê ve ye “şandina alîkariyan ji aliyê Israîlê ve bi tundî şermezar kir” û Isarîl bi “dijmin” binav kir û kesên ku ew alîkarî jî parvekirine wek “xayîn” dan zanîn.

Ev yekemîn car e ku Israîl alîkariyan derbasî navçeyên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de dike. Li gor çavdêran jî, ew kar lîstikek e ji aliyê rejîmê ve ji bo ku bide xuyakirin ku “pêwendiyên opozîson û Israîlê xurt in.”

For the latest on Syria and the Kurdish region, follow us on Twitter :
  • Short link :


Leave a comment