Bişikcî: Pêşmergeyan helwesta Amerîka ji Kurdan guherî

ARA News- Navenda Nûçeya

Nivîskarê Tirk û dostê gelê Kurd Ismaîl Beşikçî dibêje ku “Pêşmergeyan nêrîna Amerîka û Ewropayê li ser Kurdan guherî.”

Ismaîl Bişikcî di hevpeyvînekê de ligel BBCyê balkişande ser çend pirsên girîng wek mafê gelê Kurd, siyaseta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rewşa Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Endulla Ocalan û Pêşmerge û Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

“Bêdivî ne bi Tirkiyeyîbûnê lê bi Kurdistanîbûnê heye”

Derbarê gotina HDPê ku ew ê parlementoyekê li Amedê damezirînin de, Bişikcî wiha got: “Bawer nakim ku HDPê ji Parlementoya Tirkiyê vekişe û li Amedê parlementoyekê ava bike. Ketina Parlementoya Tirkiyê wek statûyekê tê pejirandin. Kesên wiha difikirin, ne pêkan e ji Parlementoya Tirkiyê vekişin. Herwiha parlementerên xwedan nasnameyên Tirk, dê vî tiştî nepejirînin.”

Herwiha Beşikçi axiftina xwe wiha dewam kir: “Helbet divê Kurd ne li Parlementoya Tirkiyê lê li Kurdistanê bibin hêz. Pêdivî bi Tirkiyeyîbûnê tine lê pêdivî bi Kurdistanîbûnê heye”.

Beşîkçi dibêje ku pêwîst bû PKKê piştî hilbijartinên 7 Hezîranê li paş bimane û got jî: “Meşandina têkoşîna siyasî gelekî girîntir bû. Xurtkirina serhildana sivîl dikarî bandoreke mezin bikira.”

Nivîskarê Îsmaîl Beşikçî derbarê ragihandina xweseriyan de wiha dibêje: “Eger tu nikaribî xweseriyê bi zimanê xwe ragihînî, bizane ku ew xweserî ne xweseriyeke saxlem e.”

“Divê Kurd herî kêm federasyonê bixwazin”

Di baweriya Bişikcî de: ”Divê Kurd herî kêm federasyonê bixwazin. Nabe em tenê di Kurdên li Tirkiyeyê bifikirin. Li Kurdistana Başûr, pêvajoyê referandûm û serxwebûn heye. li Rojavayê Kurdistanê têgeha federasyonê xurt dibe. Statû girîng e. Divê bi kêmasî ew statû federasyon be”.

“Pêşmergeyan nêrîna Amerîka û Ewropayê li ser Kurdan guherand”

“Ew şerê ku Pêşmergeyan û YPGê li dijî DAIŞê dikir û ew ji erda xwe derdixstin, bandoreke mezin kir û nêrîna Amerîka û Ewropayê li ser Kurdan guherand. Ji ber gefa DAIŞê ne tenê li ser Kurdan bû lê li tevahiya dinyayê bû. Baştirîn hêzên li dijî DAIŞê şer dikir, Pêşmerge û YPGê bûn û di vê demê de referandûm û federasyon bi awayekî xurt ketin rojevê.”

“Gelek guvaş li ser Ocalan hene”

Beşikçî balkiaşnde ser rewşa rêberê PKKê Ebdulla Ocalan di girîtgehê de û tekez dike ku, gelek guvaş li ser Ocalan hene û dewlet hemû tiştên wî kontrol dike û wiha dibêje: “Pêkanîna hevdîtinan bi Ocalanî re mirovî ditirsîne. Divê ew hevdîtin bi HDPê re bihatina kirin û wan jî pêwendî bi Qendilê re danyana”.

“Siyaseta HDPê şaş bû”

Bişikcî derbasê siyaseta HDPê de jî wiha axifî: “Siyaseta em ê te nekin serok şaş bû, ya giring ew e ku bikarin ji bo Kurdistanê têbikoşin. Zehmet e HDPê bikare parlementoyê razî bike lê dikarî bazareke baştir bi serok re bimeşanda.”

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top