ARA News- Kobanê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 3 gundên Minbicê ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.

Çavkaniyên di nava QSDê de diyar kirin ku, Encûmena Minbicê ya Leşkerî, ku yek ji pêkhateyên QSDê ye, îro Pêcşenê (9ê Hezîranê) ragihand ku gundên “Mişrfe, Om Meyal û Şwêhe” li rojavayê Minbicê ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.

Li gor ku hatiye diyarkirin, firokeyên hevpeymaniya navdewletî alîkariyek berçav dan hêzên QSDê.

Herwiha leşkerên Amerîkî û Fransî jî li ser axê şêwirê didin şervanan.

Beriya niha çavkaniyekê ji nava QSDê ji ARA Newsê re diyar kiribû ku, şervanên wan rêya Minbic-Heleb li pêş çekdarên DAIŞê qutkirine.


Şîrove bike