Dara Bilek

Dema ku Başûrê Kurdistanê ber bi serxwebûnê ve diçe, roj bi roj aliyên siyasî yên ku li dijê serxwebûnê bi leyiztikên cuda astenga dertêxên holê.

Pirsa serxwebûna Kurdistana Başûr ne pirsa Başûrê Kurdistanê tenêye. Ev pirsa Tevehiya Kurdistanêye û di pêşerojê de çarenûsa miletê kurd di biryara serxwebûna Kurdistanê ve hatiye girêdan.

Gelo dema ku herkes ji nûve behsa guhertina sinora û ji nûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn dike, ji bo çi kurd jî nebin xwedî dewlet. Dewletbûna kurda xewna her kurdekiye,lê dixweyê hinek aliyên kurda bi xwe dixwazin astenga di rêya serxwebûnê de çêbikin. Ji xwe musîbeta mezin jî ev e.

Aliyên li dijê serxwebûnê du cureyîne. Hinek vekirî ji bo berjewendiya dijminên kurda û welatên dagirger li dijê serxwebûna Kurdistanê derdikevin. Ew bi xwe projeyên dewletên dagirkerin. PKK gelek vekirî dibêje ku ew rê nadin dewletek netewî ya Kurda çêbibe. Heta wêdetir diçin û dibêjin: Eger serxwebûn bê ragihandin emê Kurdistanê bikin gola xwînê.

Tevgera Goran li Başûr vekirî li dijê serxwebûnê derdikeve û dibêje: Hêja kurd negihatine radeya dewletbûnê. Gelo kesekî ditiyê di dinyayê de miletek 40 milyonî serxwebûn haq nekiribe.

Ji aliyek din hinek di nava YNKê de dijê serxwebûnê derdikevin lê ne zelalin û bi awayek şermezarî  astenga çêdikin. Niha jî dibêjin emê parêzgeha Silêmaniyê bikin herêmek xweser. Li himber kûderê dê bibe xweser? Yanî dê ji Kurdistanê veqetînin nêzikî Bexdayê bikin.

Gelek eşkere PDK  û serokê Kurdistanê Mesud Barzanî behsa serxwebûna Kurdistanê dike. Ji bo vê dixebite û hemû hesabên siyasî li ser vê yekê dike. Di qada cîhanî de pişgiriyek mezin heye. Zemînek hatiye avakirin. Bexda Kurda ji xwe dûr têxe. Lê Kurd nabêjin hema çi bibe bila bibe  emê dewleta xwe ragihînin.

Heta derfet hebe dê vê pirsê dereca yekem li gel Bexdayê minaqeşe bikin. Kurd jî dixwazin li ser zeminek rasteqînî dewleta xwe li gora mercên herêmê û li cîhanê heyî ragihînin.

Baweriya min de ragihandina dewleta Kurdistanî ji bo parastina mafê kurda yê rewa û her weha ji bo destxistina mafên netewî dibe demanekî. Ji wê pêvetir demana jiyana kurda bi awayek azad tuneye.

Di qonaxên cuda de pîvanên welatparêziyê têne guhertin. Di pêvajoya ku tê jiyandin de, pirsa serxwbûna Kurdistanê jî bûye pîvana welatparêziyê.

Her aliyê siyasî ne mecbûre serxwebûnê piparêze. Hinek serxwebûnê, hinek federalizmê diparêzin. Hinek tiştên din diparêzin. Li vê derê xala hesas ewe ku li dij derketina ragihandina dewleta Kurdiye.

Ji aliyek din piraniya siyaseta didin xuyakirin ku, bila kurd çarenûsa xwe bi warek azad û zemînek demokratik de bi îrada xwe tayin bikin.

Lê nabê dema mirov federalîzmê biparêze li dijê serxwebûnê derbikeve. Yan jî mirov li dijê ragihandina dewletek Kurdistanî şer bike û nehilê kurd bibin dewlet.

Dîroka cîhanê dîroka derfetên siyasîye. Gelek dewlet li cîhanê di encama hinek derfetan hatine ragihandin. Di herêmekî de eşîr bibin dewlet ji bo çi mafê miletekî tinebê bibe dewlet?

Roj roja pişgiriya serxwebûnê ye. Nabê di vê rêya pîroz de, kurd  PDK û Barzanî tenê bêhêlin.

Nebê kurd bi xwe bikevin daba dijmin û bibin asteng di vê rêya pîroz de. Eger kurd vê derfete pîroz destbidin dê dîrok cardin kênge li kurda bikene nayê zanîn.


Şîrove bike