Temer şehîdên komkujiyê

ARA News- Navenda Nûçeyan

Di rojek wek îro de ji sala borî, komkujiyek qirêj li Kobaniya Rojavayê Kurdistanê çêbû, ku heta niha bandor li ser welatiyên navçeyê kiriye û nihêniyên wê bi temamî zelal nebûne.

Ew nû çend meh bûn ku Kobanê hatibû rizgarkirin, serê sibeha roja 25ê Hezîrana 2015an, çend komên çekdarên rêxistina DAIŞ ji 3 aliyan ve êrîşî bajarê Kobanê û gund û warên wê kirin.

Çekdar mal bi mal digeriyan û kesê ku li pêş xwe didîtin ew gulebaran dikirin.

Heta niha jî guman li ser awayê ku çekdarên DAIŞê pê êrîşî Kobanê kiribûn heye. Tirkiyê bi alîkarîkirina derbasbûna çekdarên DAIŞê bo nava Kobanê hatibû tohmetbarkirin, lê desthilatdarên Enqerê ev yek bi tundî red kirine.

Herwiha hin aliyê ku ji pêkhateyên Odeya Operasyonên Feratê bûn, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêkhateya wê ya sereke bû, bi destêwerdan di wê komkujiyê de û derbaskirina çekdarên radîkal bo nava Kobanê tohmetbar bûn.

Lê heta niha hemû hûrgiliyên komkujiyê bi zelalî nehatine ravekirin, ti lêkolînek cidî û rasteqîne wek meznahiye komkujiya ku nexşeya jiyanê li Kobaniyê guherî, ne ji aliyên navxweyî û neyên dewletî ve nehatiye kirin.

Li gor amarên nefermî ku heta neha hatine tomarkirin, di wê komkujiyê de 289 kes şehîd bûne.

Lê komîteya ku wê demê ji aliyê Kantona Kobanê ve ji bo komkirina navê şehîdam hatibû avakirin, ragihandibû ku 252 kes şehdî bibûn, ji wan 35 zarok, 64 jin û 151 zilam bûn.

Asayişa Kobanê jî di daxuyaniyekê de du Înê daxwaz ji welatiyan kir ku hemû dukanên xwe bigirin û çalakiyên jiyanê wek rêzgirtinekê li şehîdên komkujiyê.

Herwiha asayişê bang li welatiyan kiriy ku “agehdar bin.”


Şîrove bike