Dîmenek ji wêraniya li Cizîrê

ARA News- Navenda Nûçeyan

Du rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku, di aloziyên li Bakurê Kurdistanê de “542” sivîl şehîd bûne û “335 hezar” kes jî derbider bûne.

Navendên Komeleya Mafên Mirovan (IHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TIHV) bi helkefta “Roja Têkoşîna li dijî Îşkenceyê û Piştgiriya Kesên ku Rastî Îşkenceyê Hatine” raportek belav kir ku têde bi hprî behsa şer, qedexe û karesatên li bajarên Bakurê Kurdistanê kirine.

“Qedexe 9 mehan dewam kirin”

Di rapora IHD û TIHVyê de hatiye ku, di navbera 16ê Tebaxa 2015an û 25ê Nîsana 2016an de li Amedê bi giştî 35 caran, li Mêrdînê 11 caran, li Şirnexê 10 caran, li Colemêrgê 5 caran, li Muşê 1 caran, li Êlihê 2 caran, li Elezîzê 1 caran û bi giştî li 22 navçeyan herî kêm 65 caran bêdem û di tevahiya rojê de biryarên qedexeyên derketina derve hatine standin. Her du rêxistinan tekez kirine jî ku ti bingehên yasayî ji biryarên qedexeya derketina derve nîn in.

Di dema niha de jî carek din qedexe li gelek navçeyên Amed û Colemêrgê hatine ragihandin.

“542 sivîl şehîd bûne”

IHD û TIHVê di raporên xwe de amarek metirsîdar derbarê hejmara welatiyên sivîl ên ku di şer û pevçûnan de şehîd bûne belav kiriye.

Her du sazî di encama lêkolînan û serdanên saziyên wan de, diyar dikin ku li bajarên Bakurê Kurdistanê 542 sivîl şehîd bûne û 1664 sivîl jî birûndar bûne.

Di nava van kesan de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û xwebeşxê Navenda Referansê ya Cizîrê yê TIHV Abdulaziz Yural jî hene.

Raport balê dikişîne ser cenazeyên ku nasnameyên wan ne diyar. Li gorî raportê li Cizîrê 78 cenaze, li Hezexê jî 15 cenaze, bi giştî 93 cenaze hene ku bê nasname ne.

“335 hezar derbider”

Biryayên qedexeyê û operasyonên di navbera dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê wêran û kavil kirine.

Di rapora IHD û TIHVê de hatiye ku “Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya 27ê Sibata 2016ê, herî kêm 355 hezar kes neçar mane ku cî û warên xwe terk bikin.”


Şîrove bike