NY: 3 karwanên alîkariyan bo Şêx Meqsûdê hatine şandin

ARA News- Şêx Meqsûd

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku, wê heta niha 3 karwanên alîkariya derbasî taxa Şêx Meqsûd a dorpêçkirî li Helebê kirine.

Komisyona Karûbarên Penaberan a ser bi NY (UNHCR) di daxuyaniyekê de duh Înê (15ê Tîrmehê) diyar kir ki, yekemîn karwana alîkariya roja 28ê Hezîranê ji aliyê wan ve derbasî Şêx Meqsûdê hatiye kirin.

Ev bûn çend meh ku taxa Şêx Meqsûdê di bin dorpêçea grûpên Islmaî yên radîkal ên ser bi opozîsyona Sûriyê ve taxa Şêx Meqxûdê ya Kurdnişîn li Helebê dorpêçkirine.

Karwana duyem a alîkariyan jî di 7ê Tîrmehê de û ya sêyem jî pêr Pêncşemê gihabûn Şêx Meqsûdê.

Alîkariyên ku UNHCR şandine pêkhatine ji, pêwîstiyên xurakê, pêdiviyên pizîşkî û pêwîstiyên dibistanan.

Berpirsê Komîteya Hawarhatinê ya Şêx Meqsûdê, Idîrs Qasim derbarê mîkanîzma parvekirina alîkariya ji ARA Newsê re got: “Karên parvekirina alîkariyan berdewam in, me het niha 5 hezar paket parvekirine, di nav destê me de jî 20 hezar û 100 paketên din hene ku berdewam tên parvekirin.”

Top