Yildirim: Kudeta şikest û Amerîka dijmina Tirkiyê ye

ARA News- Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê, Binali Yildirim ragihand ku, hewla kudetaya ku duh êvarî hatibû kirin “şikest” û “2 hezar û 839” kes hatine girtin.

Şeva borî hejmarek general û fermandarên leşkerî yên payebilind ên artêşê, hewleke kudetayê li Tirkiyê dan û navçe û rêyên stretajîk li Enqere û Stenbolê bi tank û leşker û helîkopteran girtibûn.

Binali Yildirim di yekemîn konferans de piştî wê hewlê îro Şemiyê (16ê Tîrmehê) ji Stenbolê ragihand ku, hewldana “terorîstî ya xayînan” sernekt, lê hişdarî ji derbeyek din da.

Li gor amarên ku Yildirim ji medyayê diyarkirine, di hewla kudetayê de “161 kesên sivîl û polîs” û ji nava kudetaçiyan “104” kesî jiyana xwe jidest dane.

Herwiha Serokwezîrê Tirkiyê anî ziman ku “hezar û 440 kes birîndar bûne û 2 hezar û 839 kes hatine girtin.”

Li gor medyaya Tirkiyê, di nava girtiyan de fermandar, general, leşker, polîs û “kesên çekdar” hene.

Heta niha rewş li Enqere û Stenbolê ne vegeriyaye rewşa asayî, lê çavkaniyên ewlekariyê diyar dikin ku ji sedî “90” ê rewşê di bin kontrolê de ye.

Di daxuyaniyeke balkêş de jî, Binali Yidlirim got ku, welatê ku pêşwazî li Fethullah Gulen kiriye “dijmina Tirkiyê ye.”

Desthilatdarên Tirkiyê, Fethullah Gulen ê ku ev çend salin li Amerîkayê mafê penaberiyê wergirtiye, bi berpirsyariya wê hewla kudetayê tohmetbar dikin.

Tevî ku Fethullah Gulen di daxuyaniyekê de ew kudeta şermezar kiriye.

Top