Obama: Emê DAIŞ jinav bibin

ARA News- Navenda Nûçeyan

Serokê Amerîka, Barack Obama tekez kir ku, ew dê rêxistina DAIŞê “jinavbibin” û piştgirî da gelê Fransayê.

Obama di gotarekê de piştî êrîşa li bajarê Nice yê Fransayê, duh Înê (15ê Tîrmehê) ji Koşka Spî ragihanda ku “Fransa netenê kevintirîn dosta Amerîkayê ye, lê yek ji hevpeymanên herî bihêze.”

Di dema merasîma pîrozkirina Roja Niştimanî ya Fransayê, kesekî bi barhilgira xwe da nav koma beşdarbûyan li bajarê Nice û di encam de heta niha 84 kesan jiyana xwe jidest dane.

Obama bi amadebûna balyozê Fransayê rijdbûna xwe bi jinavbirina DAIŞê anî ziman û êrîşa Nice bi “karesatek tirsnak” binav kir.

Herwiha Obama got: “Em radestî tirsê nabin û li dijî hev jî na rawestin.”

Rêxistina DAIŞê bi rêya medyaya civakî berpirsyariya xwe ji wê êrîşê anîbû ziman, lê heta niha rayedarên Fransayê ti daxuyanî di wî derbarî de nedane.

Serokê Amerîkayê tekez li ser bihêzbûna pêwendiyên ligel Fransayê kir û wiha pêde çû: “Ne tenê Fransa kevintirîn dosta me ye, lê yek ji hevpeymanên me yên herî bihêz e.”

Top