Nêçîrvan Barzanî: Em bi serkeftina vîna gelê Tirkiyê kêfxweş in

ARA News- Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de “kêfxweşiya xwe” bi “serkeftina vîna gelê Tirkiyê” anî ziman.

Şeva borî hejmarek general û fermandarên leşkerî yên payebilind ên artêşê, hewleke kudetayê li Tirkiyê dan û navçe û rêyên stretajîk li Enqere û Stenbolê bi tank û leşker û helîkopteran girtibûn.

Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de îro Şemiyê (16ê Tîrmehê) pîrozbahiya “serkeftina vîna gel û rewatiya desthilat û hikûmetê” li Serokê Tirkiyê, Recep Tayip Erdogan û serokwezîrê wî welatî, Binali Yildirim kir.

Herwiha Barzanî di peyama xwe de nivîsiye ku “em di wê baweriyê de ne ku şikestin wê hewldanê, dê desthilat, hikûmet û vîna gelê Tirkiyê bihêztir bike û rê li kudetaya leşkerî li Tirkiyê digire.”

Di peyamê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê “yekdengiya aliyên siyasî û kesayetiyên Tirkiyê” bi fakterê “parastina navçe û desthilat û Tirkriyê ji aloziyê” daye zanîn.

Berî pîstekê Serokwezîrê Tirkiyê Yildirim ji medyayê diyarkir ku, di hewla kudetayê de “161 kesên sivîl û polîs” û ji nava kudetaçiyan “104” kesî jiyana xwe jidest dane.

Herwiha Binali anî ziman ku “hezar û 440 kes birîndar bûne û 2 hezar û 839 kes hatine girtin.”

Top