Firokeyên rejîmê nexweşxaneyek li Helebê armanckirin

ARA News- Heleb

Firokeyên şer ên rejîma Sûriyê çendîn navçeyên Helebê armnackirin, di nav wan de nexweşxaneyek meydanî jî hebû.

Li gor agahiyên peyamnêrê ARA Newsê li Helebê, firokeyan taxa Ferdos bombebaran kirin, di encam de bi dehan les bûne qurbanî û ziyanên mezin gihan avahiyên derûdora cihê armanckirî.

Herwiha li taxa Meadî, nexweşxaneyeke meydanî bo armanca rokêtên firokeyên rejîmê.

Mehmûd Dewalîbî ku yek ji pizîşkên nexweşxaneya taxa Meadî ye diyar kir ku, ew nexweşxane ji aliyê xwebexşan ve tê birêvebirin.

Dewalîbî eşkere kir jî ku, ew kesên birînên wan sivik li wê nexweşxaneyê derman dikin, yên birînên wan dijwar jî dişînin Tirkiyê.

Wî pizîşkî tekez kir jî ku, kareta tenduristiyê li Helebê di rewşek dijwar de ye, bi taybetî ku derman nema zêde peyda dibin.

Duh Înê jî, firokeyan take nexweşxaneya li gundê Kefir Hemre li derûdora Helebê armanckiribûn.

Top