Li Helebê bêhna mirin û barûdê digihîje esmanan

ARA News- Heleb

Li Helebê mirin û topbaran bûye bûyera rojane, îro Şemiyê (16ê Tîrmehê) jî 30 kes ji aliyê firokeyên rejîmê ve hatine kuştin.

Rojnamevan Mihsin el-Helebî ji Helebê ji ARA Newsê re diyar kir ku, firokeyên rejîmê êrîşeke tund birin ser taxên li rojhilatê bajêr, navçe jî kavil kirin.

Ji sala 2012an ve Heleb bûye du beş, beşek (rojava) di bin kontrola rejîmê de ye û beşê din (rojhilat) di bin kontrola opozîsyonê de ye.

Wî rojnamevanî eşkere kir ku, ji encama bombebarana firokeyên rejîmê “li taxa Mesakin Ferdos 13 kesan jiyana xwe jidest dan û malbatek ku ji 6 endaman pêk tê, di bin xaniyê xwe yê hilweşiyayê de asê mane.”

Danê nîvroyê jî nexweşxaneya meydanî ya taxa Meadî hat armanckirin û di envamê de “10” kesan jiyana xwe jidest dane.

Herwiha nxweşxaneya Omer Bin Ebdulezîz jî li heman taxê hat bombebarankirin û “4 sivîl bûn qurbanî.”

El-Helebî anî ziman jî ku hejmarek zêde ji birîndaran hene ku heta niha hewldanên rizgarkirina wan berdewam in.

Herwiha nesîbê taxên Salihîn, Mexawîr û Saxûr jî ji rokêt û bombeyên firokeyên rejîmê hebû. Li wan taxan jî gelek kes di bin avahiyên hilweşaiyayî asê mane.

Li gor amarên rêxistinên mirovî, di navbera 250-300 hezar kesî li navçeyên di bin kontrola opozîsyonê de dijîn.

Top