Li Himês rejîm û opozîsyon rêkeftin

ARA News- Hims

Li rojavayê Himsê grûpên opozîsyonê û leşkerên rejîmê rêkeftin, şervan jî ji du gundan derketin.

Peyamnêrê ARA News li Himsê diyar kir ku, li gor rêkeftinê, 6 basên ku şervanên opozîsyonê û welatiyên her du gundên Qezhel û Om el-Qeseb derketin û berê xwe dan bakurê parêzgehê.

Her 6 bas di rêbendên rejîmê re derbas bûn, heta ku gihan gundê el-Dar el-Kebîre.

Serkirdeyê Artêşa el-Sine, Ebû Ceifer el-Himsî derbarê rêkeftinê de ji ARA Newsê re got: “Ev pêngavek girîng e ji opozîsyonê re, ku li rojavayê Himsê di bin dorpêçê de bûn, niha ew çûn bakurê Himsê ji wê de jî bêhtir dikarin êrîşî pêgehên rejîmê bikin.”

Ev rêkeftin piştî wê yekê hat ku, firokeyên rejîmê gund û warên bakurê Himsê wêran kiribûn.

Top