Serokwezîrê Fransa: Cihê Tirkiyê di Ewropayê de nîne

ARA News- Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê berê yê Fransayê, Alain Juppé bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku êdî danûstandinên tevlîbûn ligel welatan rawestîne û got: “Cihê Tirkiyê di YEyê de nîne.”

Alain Juppé îro Duşemê (18ê Tîrmehê) di hevpeyvînekê de ligel medyaya Elmanî got: “Di nêrîna min de divê proseya berferehkirinê (ya YE) were rawestandin.”

Heta niha Juppé berbijêrê Rastgiran e di hilbijartinên serokatiya Fransayê (sala 2017an) derbarê tevlîbûna Tirkiyê di YEyê de wiha got: “Cihê Tirkiyê di YEyê de nîne (…) ti carî jî nabe endameke temam a YEyê.”

Di destpêka vê mehê de, welatiyên Brîtanyayê birayara derketinê ji YEyê dan, heta niha jî bandorên vê yekê berdewam in di navbera her du aliyan de.

Ji sala 2005an ve danûstandinên tevlîbûna Tirkiyê ji YEyê re destpêkirine.

Lê heta niha gelek pirsgirêk di rêya tevlîbûna Tirkiyê de rawestiyane, gelek ji wan jî girêdayê pirsên mafên mirovan in.

Top