Sedir: Emê leşkerên Amerîkî yên li Iraqê armanc bikin

ARA News- Navenda Nûçeyan

Rêberê Şepêla Sedir, Muqteda el-Sedir gef li hebûna leşkerên Amerîkî li Iraqê xwar û ragihand ku ew dê wan armanc bikin.

Muqteda el-Sedir li ser medyaya civakî ferman da çekdarên xwe ku “leşkerên Amerîkî yên li Iraqê armanc bikin.”

Beriya heftiyekê, Wezîrê Bergirî yê Amerîka, Ashton Karter ragihandibû ku, dê welatê wî 560 leşkerên rein bişîne Iraqê, ji bo şerê li dijî DAIŞê.

Rêberê Şepêla Sedir jî derbarê wê daxuyaniyê de got: “Ew armancin ji me re.”

Piştî rizgarkirina Iraqê ji dest rejîma Beis, “Artêşa Mehdî” ya ser bi Muqteda el-Sedir ve êrîşî leşkerên Amerîkî li Iraqê kiribû, di sala 2008an de jî wê çekdaran navê “Ketayib Seraya el-Islam” li xwe kirin.

Bi şandina wan 560 leşkerên nû, dê hejmara leşkerên Amerîkî yên li Iraqê bigihe 4 hezar û 650 kesî, piştî ku di dema rizgarkirinê de 170 hezar leşkerên Amerîkî li Iraqê bûn.

Herwiha hin grûpên din ên ku Îran alîkariya wan dike, gefa êrîşa li dijî leşkerên Amerîkî yên li Iraqê xwarine.

Lê heta niha Amerîka ti daxuyanî derbarê mijarê de nedaye.

Top