Rejîmê fermndarê xwe yê Hesekê ji kar dûrxist

ARA News- Hesekê

Rejîma Sûriyê çend fermandarên xwe yên leşkerê li çenda parêzgehên Sûriyê guherî, di nav wan de fermandarê leşkerê yê Hesekê jî hevû.

Çavkaniyek agehdar ji ARA Newsê re diyar kir ku, rejîma Sûriyê fermandarê leşkerî yê parêzgehên rojhilat (Hesekê, Dêrezor û Reqayê) Mihemed Xedûrê ji kar dûsxist, tevî çend fermandarên din ên payebilind.

Çavkaniye ku nexwest navê wê were weşandina got jî, Mihemed Xedûr têkildarî karên gendeliyê bibû û “bermaber qasek pere rê dida derbideran ji bo ji navçeyên dorpêçkirî derkevin, herwiha destê wî di buhabûna kelûpelan de jî hebû.”

Ev pêngav ji bo bidestxistina rezamendiya xelkê û piştgiriya gel hatiye, li gor çavkaniya ARA Newsê dibêje.

Mihemed Xedûr di Adara sala 2013an de wek fer,mandarê leşkerî li parêzgehên rojhilatê Sûriyê hatibû damezrandin.

Top