“Çekdarên nenas” êrîşî kilîseyeke Qamişloyê kirin

ARA News- Qamişlo

Hejmarek “çekdarên nenas” bi bombeyên destkird êrîşî kilîseyeke ser bi Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ve kirin û kelûpelên wê jî dizîn.

Êrîş duh Yekşemê (17ê Tîrmehê) li ser kilîseya Mar Şerbil a li gundê Witwatiyê (13 km dûrî Qamişloyê) hatibû kirin.

Çavkaniyekê ji Rewangeha Aşûrî ya Mafên Mirova derbarê êrîşê de ji ARA Newsê re got: “Çekdarên nenas bi bombeyên Molotov êrîşî kilîseya Mar Şerbil kirin, ziyanên madî gihan kilîseyê û kelûpelên di nava wê de.”

Herwiha çavkaniyê tekez kir ku “êrîşkeran sendûqa pereyên karê xwebexşiyê dizîne.”

Heta niha nehatiye zanîn bê ew êrîşker ser bi çi aliyekî ve ne yan jî kî ne.

Kilîseya Mar Şerbil di sala 1969an ji kelpîçan bi navê Mar Circis li ser girê Witwatiye hatibû avakirin, di sama 1996an de jî kilîseyek nû bi navê “Mar Şerbil û Mar Circis û Mar Bar Had Şabo” li şûna wê hatibû avakirin.

Top