Dibe Erdogan “tayê zirav” ê navbera Tirkiyê û Ewropayê biqetîne

ARA News- Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayip Erdogan tekez dike ku eger parlamento cezaya darvekirinê pesend bike, dê ew bêyî dudilî “îmze bike.”

Erdogan di yekemîn hevpeyvîna xwe de piştî hewla kudetay îro Duşemê (18ê Tîrmehê) ji televîzyona CNNê re behsa çendîn pirsên girîng di rojeva Tirkiyê de kir.

Li gor ku Erdogan dibêje, eger Parlamentoya Tirkiyê cezaya darvekirinê wek biryar pesend bike, ew dê wê demê “îmze bike.”

Şeva 15ê Tîrmehê hejmarek general û fermandarên leşkerî yên payebilind ên artêşê, hewleke kudetayê li Tirkiyê dan û navçe û rêyên stretajîk li Enqere û Stenbolê bi tank û leşker û helîkopteran girtibûn.

Şêwirmenda Elmanyay, Angel Merkel û Berpirsa Karûbarên Derve li Yekîtiya Ewropayê (YE), Federica Mogerini tekez kiribûn ku, eger Tirkiyê biryara darvekirinê pesend bike, ew dê ti carî nebe endama wê yekîtiyê.

Di kombûneke gelerî de jî, xelkê ji Erdogan xwestibû ku cezaya darvekirinê ser kesên bi kudetaya rabûne bisepîne. Erdogan jî tekez kiribû ku dê ew biryar di Parlamentoya Tirkiyê de were pesendkirin.

Ji sala 2005an ve danûstandinên tevlîbûna Tirkiyê ji YEyê re destpêkirine.

Lê heta niha gelek pirsgirêk di rêya tevlîbûna Tirkiyê de rawestiyane, gelek ji wan jî girêdayê pirsên mafên mirovan in.

Top