Minbic: 80 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

ARA News- Kobanê

DAIŞê li sê eniyan êrîşî şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Minbicê kir, lê êrîş hatin têkşikandin û “80” çekdar jî hatin kuştin.

Li gor fermandarên QSDê, îro Duşemê (18ê Tîrmehê) çekdarên radîkal li bakurê Minbicê, ji aliyê Çemê Sacûrê, li başûr êrîşî gundên Qera El Kebîra, Qera El Zixîra û Oseclî Tok El Xelîl û li aliyê rojava jî êrîşî gundê Um Edese kirin.

Di nûçeyeke ajansa ANF de jî hatiye ku, şervanan bersiva her 3 êrîşan dan û “80” çekdarên DAIŞê jî hatin kuştin.

QSD û hevpeymaniya navdewletî ji dawiya Gulana borî ve dest bi operasyona azadkirina Minbicê kirine.

Heta niha kesên sivîl di nava Minbicê de li bin destê DAIŞê de, herwiha rêxistina radîkal beriya ku navçeyên xwe jidest bide, rê û malan bombe dike, lewma pêşdeçûna şervanan bi hêdî ye.

Top