Şervanên QSDê li başûrê Minbicê

ARA News- Kobanê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hejmarek çekdarên DAIŞê girtin, dema ku dixwestin ji nava bajêr birevin.

Li gor dîmeneke vîdyoyê ku îro Înê (22ê Tîrmehê) ji aliyê QSDê ve hatiye weşandin, hejmarek çekdarên DAIŞê ku cil û bergên jinana li xwe kiribûn, dixwestin di nava welatiyên sivîl de birevin.

Lê şervanan ew eşkere kirin û hemû girtin, yek ji çekdarên ku hatiye girtin di dîmena vîdyoyî de dibêje: “Piştî ku guleyên min neman min xwest ez birevim.”

Duh Pêcşemê, QSDê derfeta 48 demijmêran dabû çekdarên DAIŞê yên li nava Minbicê dorpêçkirî ku ji bajêr derkevin.

Lê heta niha xuyaye rêxistina radîkal razî nebûye.

Ji aliyek din ve jî, agahiyên ji Minbicê amaje bi şerekî giran li navenda bajêr dikin.

Operasyon di dawiya Gulana borî de destpêkiriye, QSDê bi hevkariya hevpeymaniya navdewletî hemû hewlên xwe dike ku, bi zûtirîn dem û kêmtirîn zirar Minbicê rizgar bike.


Şîrove bike