Navçeya Milah

ARA News- Heleb

Şervanên opozîsyona Sûriyê karîn kampa Henderatê bi temamî ji dest leşkerên rejîmê derbikin. Rejîmê jî nikarî rêya Lêremûnê veke.

Salih Ebû Bekir ku yek ji şervanên Eniya el-Şamiye ye ji ARA Newsê re got ku, Artêşa Fetih û Odeya Operasyonên Fethih Heleb karî îro Înê (22ê Tîrmehê) êrîşî pêgehên dawî yên leşkerên rejîm û çekdarên bi ser ve li kampa Henderatê ya bakurê bajêr bikin.

Ebû Bekir diyar kir ku, destpêkê şervanan bi dehan top û Hawen pêgehên rejîmê topbaran kirin “herîm kê jî 30 leşker hatine kuştin.”

Niha kampa Henderatê bi temamî ketiye dest şervanan de, ew dixwazin jî xwe bigihînin navçeya Erd el-Milah jî ji bo rakirina dorpêça li ser navçeyên opozîsyonê û vekirina rêya Kastêloyê.

Ji sala 2012an ve, bajarê Helebê bûye du beş, beşê rojava di dest rejîmê de û bi beşê rojhilatê jî di dest opozîsyonê de ye.

Beriya çend rojan jî şervanan karîbûn rêya stratejîk a ku rojavayê Helebê bi derûdora wê vê girêdide, ji dest rejîmê derbixin.

Rejîmê bi mebesta vegerandina wê rêyê, serê sibeha îro dest bi êrîşekê kiribû lê hewldana wê serneket.

Li gor agahiyên ku Mislim Ebû Selûm, ji nav şervanên li bakurê Helebê, daye ARA News “leşkerên rejîmê û hejmarek zêde ji mîlîşyayê biser ve xwestin ber bi filkeya Lêremûn a stratejîk ve pêşde biçin.”

Filkeya Lêremûnê, filkeyeke stratejîk e ji ber ku rojhilatê Helebê bi navçyên bakur û rojava ve girêdide.

Ebû Selûm diyar kir jî ku. Eniya Nusrayê û Odeya Operasyonên Fetih Heleb bersiva wê êrîşa rejîmê dan û nehiştin ku bigihin Lêremûn.

Şervanên opozîsyonê hemû eniyên li Helebê çalak kirine, ji bo sivikkirina guvaşa li ser rêya Kastêloyê û derxistina wê ji dest leşkerên rejîmê.


Şîrove bike