François Hollande

ARA News- Navenda Nûçeyan

Serokê Fransa, François Hollande ragihand ku ew dê ti hêzeke bejayî neşînin Sûriye û Iraqê ji bo şerê li dijî DAIŞê.

François Hollande piştî civîna Encûmena Bergirî ya Frasayê îro Înê (22ê Tîrmehê) ji rojnamevanan re ragihand ku, ew dê hejmarek topxane ji artêşa Iraqê re bişînin.

Lê Hollande diyar nekir, ka dê pişka Pêşmergeyan ji wan topxaneyên ku dê meha bê bigihin Iraqê, hebe yan na.

Ev pêngava Fransayê piştî êrîşa DAIŞê ya li bajarê Nice tê, ku di encam de 84 kesan jiyana xwe jidest dabûm.

Serokê Fransayê tekez kir jî ku, dê welatê wî ti hêzeke bejayî neşîne Sûriye û Iraqê, ji bo şerê li dijî DAIŞê.

Lê roja 9ê Hezîrana borî çavkaniyekê ji Wezareta Bergirî ya Fransayê ajansa AFP re eşkere kiribû ku, leşkerên Fransî jî di operasyona Minbicê de beşdar in.

Çavkaniyê diyar kiribû ku, rola leşkerên Fransî tenê “pêşkeşkirina şêwiriyê” bo şervanên QSDê ye û bi awayê rasterast tevî şer nebûne.


Şîrove bike