Harjit Sajjan û Mesûd Barzanî (civîna 12ê Tîrmehê)

ARA News- Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Kanadayê biryar da ku ew dê “60 karmendên tenduristiyê” bişîne Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Bergirî yê Kanada, Harjit Sajjan di daxuyaniyekê de piştî civîna hevpeymaniya navdewletî li Amerîkayê ragihand ku “dê Kanada 60 karmendên tenduristiyê bişîne bakurê Iraqê (Herêma Kurdistanê) bo birêvebirina nexweşxaneyeke meydanî li wir.”

Li gor ku di daxuyaniyê de hatiye, dê ev 60 karmendên tenduristiyê tevlî perwerdekarên Kanadî li Herêma Kurdistanê bibin, ên ku bi erka perwerdekirina Hêzên Pêşmerge û hin hêzên Iraqî radibin.

Di Adara 2016an de, Kanadayê xwe operasyonên esmanî yên li dijî DAIŞê vekişand, niha jî tenê bi erkê çavdêriya tevgera çekdarên radîkal û hin karên din ên teknîkî radibe.

Roja 12ê Tîrmehê jî, Harjit Sajjan serdana Hewlêrê kiribû û ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî civiya bû.


Şîrove bike