Firokeyeke alîkariyan li firokexaneya Qamişlo

ARA News- Qamişlo

17emîn firokeya alîkariyên navdewletî gihişte Qamişloya Rojavayê Kurdistanê. Rejîm jî alîkariyan tenê li ser alîgirên xwe belav dike.

Duh Pêncçemê (21ê Tîrmehê) firokeyek din ji alîkariyarên Programa Xuraka Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve gihişte firokexaney Qamişloyê.

Bi vê yekê jî, hejmara firokeyên ku alîkarî gihandine Qamişloyê di vê mehê de digihe 17an.

Li gor agahiyên bidest ARA Newsê ketine, firokeya ku duh gihiştiye “39 ton” ji pêwîstiyên xurakê helgiritbû.

Şandina van alîkariyan di çarçove lihevkirina rejîm û NY de tê, firoke ji firokexaneya Şamê difirin û li Qamişloyê tên xwarê, ji ber ku hemû rêyên bejayî di navbera her du bajaran de di dest DAIŞê de ne.

Lê heta niha, barên her 17 firokeyan ji aliyê leşkerên rejîmê ve hatine desteserkirin, tenê li ser malbatên leşker, çekdar û alîgirên rejîmê tên belavkirin.

Hin çavkaniyan ji ARA Newsê re tekez kirin jî ku, rejîm barekî ji wan alîkariyan dibe Laziqiye û Şamê.

Li gor plana NY, dê di Tîrmehê de 25 firoke 14 hezar û 790 ton ji alîkariyên mirovî bigihînin Qamişloyê. Qonaxa duyem jî dê di Tebaxê de berdewam bike.


Şîrove bike