Sergey Shoygu dema serdana binkeya Himêmîmê \ Arşîv

ARA News- Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergirî ya Rûsyayê fermandarekî nû ji hêzên xwe yên li Sûriyê re destnîşan kir.

Li gor çavkaniyên leşkerî yên Rûsî, beriya heftiyekê Alexander Zhuravlev wek fermandarê hêzên esmanî û bejayî yên li binkeya Himêmîn a leşkerî li Sûriyê diyar kiriye.

Beriya niha Alexander Zhuravlev serpereştiya hêzên Rûsî li Sûriyê kiribû.

Firokeyên Rûsyayê ji firokexaneya Himêmîm li Laziqiyê û binkeya leşkerî ya li Tertûsê difrin û li pêgehên opozîsyonê li seranserê Sûriyê dixin.

Hêzên Rûsî ji 30 Îlona 2015an ve li ser daxwaza rejîma Sûriyê dest bi operasyonên esmanî kiriye.

Heta niha 12 leşkerên Rûsî li Sûriyê hatine kuştin.

Rêxistinên navdewletî û herêmî tekez dikin ku Rûsya pêgehên opozîsyona lîberal li Sûriyê armanc dike.

Lê Mosko berdewam red dike û tekez dike ku, ew tenê pêgehên DAIŞ, Eniya Nusrayê û hin grûpên din ên radîkal bombebaran dikin.


Şîrove bike