Topxaneya rejîmê li derûdora Herîre

ARA News- Şam

Rejîma Sûriyê û Hizbullah a Libnanî bajarokê Herîre li derûdora Şamê girtin.

Li gor medyaya fermî ya Sûriyê, leşkerên rejîmê û çekdarên Hizbullah ziyanên mezin gihandine Tevgera Ehrar el-Şam û Eniya Nusrayê û gundên Herîre li Wadî Berede îro Înê (22ê Tîrmehê) kontrol kirin.

Lê çavkaniyên opozîsyonê tekez dikin ku, heta niha şer û pevçûn li nava Herîre berdewam in.

Eniya Nusrayê duh Pêncşemê 14 leşkerên rejîmê û çekdarên biser ve li nava Herîre gulebaran kiribûn.

Li gor agahiyan, Eniya Nusrayê ragihandibû ku, eger rejîm êrîşî Herîre bike, ew dê wan dîlan gulebaran bike.

Wadî Berede di bin kontrola çend grûpên Islamî de ye, ji nav wan jî Eniya Nusrayê.

Di Îlona 2015an de jî, Eniya Nusrayê 56 leşkerên rejîmê li firokexaneyek leşkerî li Idlibê gulebaran kiribûn.


Şîrove bike