Polîsên Elmanî li cihê bûyerê

ARA News- Navenda Nûçeyan

Li navendeke bazirganiyê li Elmanyayê, êrîşeke çekdarî çêbû, heta niha çekdar serbest in û agahiyên derbarê qurbaniyan de jî tevlihev in.

Êrîş îro Înê (22ê Tîrmehê) derûdora demijmêr 18:30 bi dema Elmanyayê li navendeke bazirganiyê li Munichê (başûr) çêbûye.

Li gor daxuyaniya polîsan, ew heta nizanin bê çend çekdar bi vî karî dirabin, heta niha jî çekdar nehatine girtin yan kuştin.

Herwiha agahiyên destpêkê ji aliyê fermî li Munichê amaje bi “6” sivîlan dikin ku jiyana xwe di êrîşî de jidest dane.

Medyaya Elmanyayê jî belav kiriye ku, hejmara qurbaniyan “15” kes in û êrîşkar jî 3 çekdar in.

Polîs û hêzên taybet ên Elmanî niha li cihê bûyerê belav bûne.

Polîsên Elmanyayê jî daxwaza ji welatiyên Munichê kiriye ku ji malên xwe dernekevin.

Beriya çend rojan jî kesekî di metroyê de êrîşî sivîlan kiribû, DAIŞê jî ew bûyer girtibû stûyê xwe.

Di wê êrîşî de 5 kes birîndar bibûn û êrîşker jî bi guleya polîsan hatibû kuştin.


Şîrove bike