Şervan li Erd el-Milah

ARA News- Heleb

Grûpên opozîsyona Sûriyê êrîşeke mezin a rejîmê li Erd el-Milah têkbirin û ji girtina rêya Kastêloyê nêzîk dibin.

Şervanekî opozîsyonê bi navê, Mislim Ebû Selûm ji bakurê Helebê îro Şemiyê (23 Tîrmehê) ji ARA Newsê re got: “Leşkerên rejîmê êrîşeke mezi kirin ser pêgehên opozîsyonê li nêzîk rêya Kastêloyê, ji bo ku bi temamî wê rêyê bigire.”

Ebû Selûm tekez kir ku, tevî bombebaran û topbaranê, şervanan karîn wê êrîşê têk bibin û çend navçyên Erd e-Milah jî ji dest rejîmê derbikin.

Rêya Kastêloyê take rê ye ku rojhilat û bakurê Helebê bihev ve girêdide, her du jînavçeyên opozîsyonê ne.

Heman çavkaniyê diyar kir ku, grûpên Islamî yên ser bi opozîsyonê ve mîna Odeya Operasyonên Fetih Helen û Feyleq el-Şam ji girtia rêya Kastêloyê nêzîk dibin.

Duh jî şervanan kampa Henderatê li bakurê Helebê bi temamî ji dest rejîmê derxistibûn.

Di şer û pevçûnên li Helebê de ji bilî firokeyên Rûsî, çekdarên Îranî, Iraqî û Hizbullah a Libnanî di operasyonên bejayî de alîkariya rejîmê dikin.


Şîrove bike