Heleb: Rejîmê dorpêça li ser opozîsyonê asê kir

ARA News- Heleb

Leşkerên rejîma Sûriyê û çekdarên alîkarên wê, rêya Kastêloyê bi temamî girtin û dorpêça li ser rojhilatê Helebê jî tend kirin.

Şervanê Odeya Operasyonên Fetih Heleb, Xalid el-Nueymî (ku li eniyê şer e) îro Sêşemê (26ê Tîrmehê) ji ARA Newsê re diyar kir ku, leşkerên rejîmê û çekdarên Iraqî û Îranî û yên Hizbullah a Libnanî bi alîkariya firokeyên Rûsî rêya Kastêloyê bi temamî kontrol kirin.

Rêya Kastêloyê rojhilatê Helebê bi bakurê wê ve girêdide, ew jî take rêya hatin û çûnên di navbera her du navçeyên opozîsyonê de.

Duh jî Neteweyên Yekbûyî (NY) bang ragihandina agirbestên mirovî ji bo derbaskirina alîkariyan bo navçeyên rojhilatê Helebê kiribû.

Lê heta niha rejîmê ti helwest derbarê wê bangê de ne ragihandiye.

Li gor amarên nefermî, di navçeyên rojhilatê Helebê de nêzîk 250-300 hezar kesî dijîn.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top