Li Dêrezorê 12 çekdarên rejîmê hatin kuştin

ARA News- Navenda Nûçeyan

Li yek ji taxên Dêrezorê 12 çekdarên “Ceyş el-Eşayir” ya ser bi rejîmê ve hatin kuştin.

Rojnamevan Elî el-Xelef derbarê bûyerê de ji ARA Newsê re da zanîn ku, duh Sêşemê (26ê Tîrmehê) di dema derbasbûna otomobîleke çekdarên “Ceyş el-Eşayir” de li taxa Cûre, bombeyek bi wan de teqiya.

El-Xelef diyar kir ku, di encama teqînê de 12 çekdar hatin kuştin û çendek jî birîndar in.

Piştî teqînê, tevgera çekdar, leşker û hêzên ewlekariya rejîmê li nava Cûreyê zêde bû, hejmareke zêde ji xortan jî hatin girtin.

Herwiha li heman taxê alozî di navebra “Ceyş el-Eşayir” û çekdarên Bergiriya Niştimanî de derketin (ku her du ser bi rejîmê ve ne).

Piştî wê aloziyê jî, “Ceyş el-Eşayir” hejmarek çekdarên Bergiriya Niştimanî binçavkirin.

Li yek ji rêbendên DAIŞê jî teqînek çêbû, ku di encamê de çekdarên li wir bûn hatine kuştin  û rêbend jinavçûye.

Li taxa Himêdiye jî, çekdarên DAIŞê avêtin ser navendeke internêtê û hemû xortên li wir binçavkirin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top