Di Tebaxê de wê “guhertinên nû” derbarê Sûriyê de hebin

ARA News- Navenda Nûçeyan

Neteweyên Yekbûyî (NY) hêvî dike ku danûstandinên çaresekirina krîza Sûriyê di Tebaxê de destpêbikin, Rûsya û Amerîka jî ji rêkeftinê nêzîk dibin.

Şandeyê NY tê taybet bi Sûriyê, Staffan de Mistura îro Sêşemê (26ê Tîrmehê) ji Cenêvê ragihand ku, ew dê kar bike ji bo dubare destpêkirina opozîsyon û rejîma Sûriyê di Tebaxa bê de.

De Mistura piştî civîna ligel nûnerên Amerîka û Rûsya li Cenêvê derbarê krîza Sûriyê de ragihand ku, divê Washington û Mosko hewldanên xwe zêdetir bikin ji bo ragirtina şer li Sûriyê û vekirina rêyên mirovî ji bo gihandina alîkariyan bo navçeyên dorpêçkirî, ji bo ku bibe destpêkek baş bo destpêkirina danûstandinan.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîka, John Kerry piştî civîna ligel hevşanê xwe yê Rûsî, Sergey Lavrov ragihand ku, ew geşbîne bi wê yekê ku her du welat bigihin rêkeftinekê derbarê Sûriyê de.

Rêkeftin dê awayek ji hevahengiya leşkerî be li Sûriyê, wek veguhestina zanyariyên îstixbaratî û lêxistina pêgehên grûpên radîkal.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top