Ewropa bo Erdogan: Pere tenê ji penaberan re ne

ARA News- Navenda Nûçeya

Berpirsekî Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku, pereyên ku wan ji bo alîkariyê diyar kirine “ji bo penaberan in û ne ji hikûmeta Tirkiyê re ne.”

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayip Erdogan dub Duşemê (25ê Tîrmehê) di hevpeyvîneke televîzyonî de bi zimanekî tûj li dijî YEyê axifîbû û wiha gotibû: “YE pêbendî sozê xwe derbarê alîkarîkirina penaberan de nebûye, ji koma 3 milyaran tenê yek milyon euro şandine.”

Berdevkê YEyê, Margarets Hinas di bersiva Erdogan de ragihand ku, heta niha wan 740 milyon di budceya Ewropî de ji bo penaberan diyar kirye, herwiha ew hewla diyarkirina 1.4 milyar euro yên din dikin.

Margarets Hinas tekez kir jî ku, ji koma 740 milyon euroyî, wan 105 milyon ji bo alîkarîkirina penaberan xerç kiriye “bi vê yekê jî hejmara pereyan digihe 2.15 milyaran.”

Herwiha wî berpirsê Ewropî diyar kir jî ku “ew pere ji bo alîkarîkirina penaberan in û ne ji bo hikûmeta Tirkiyê ne.”

Di naverasta Adara borî de YE û Tirkiyê gihiştibûn rêkeftinekê derbarê şandina alîkariyên darayî bo Enqere ji bo xizmeta penaberan.

Li gor amarên hikûmeta Tirkiyê “bêhtir ji 2 milyon” penaberên Sûrî li ser axa wê dijîn.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top