Grûpên opozîsyonê êrîşî DAIŞê dikin

ARA News- Heleb

Grûpên opozîsyona Sûriyê êrîşeke berfireh birin ser pêgehên DAIŞê li bakurê Helebê, rêxistina radîkal jî li ser topbarankirina Marie berdewam e.

Yek ji şervanên Firqeya Sultan Murad bi navê, Ebdullah Ivêlî derbarê êrîşê de îro Çarşemê (27ê Tîrmehê) ji ARA Newsê re diyar kir ku, şervanan destpêkê bi Hawenan bajarokê Kefirxan topbaran kirin, piştire jî ji 3 aliyan ve êrîş destpêkirin.

Icêlî behsa encama wê êrîşê nekir, lê amaje bi wê yekê kir ku “10” çekdarên radîkal hatine kuştin.

Bajarokê Kefirxan pêgeha sereke ya DAIŞ li bakurê Helebê ye.

Di beramber de Salih el-Zên, yek ji serkirdeyên grûpên opozîsyonê, jî da zanîn ku çekdarên DAIŞê çendîn Hawen avêtin ser pêgehên wan li bajarê Marie.

Herwiha bajarokê Kefirxan ê ku li ser sînorê Sûriye-Tirkiye dikeve, DAIŞ bi rêya wî alîkariyan digihîna bajarokê Raiy.

El-Zên amaje kir ku, heta niha şer û pevçûnên giran li Kefirxanê birêve diçin, şervan jî derbasî hin navçeyan bûne.

Firokeyên hevpemaniya navdewletî jî piştgiriyê didin şervanan di vê operasyonê de.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top