Li Helebê rejîm hewldanên opozîsyonê têkdişkîne

ARA News- Heleb

Grûpên opozîsyonê dixwazin navçeyê ku jidest xistine vegerînin û dorpêça li ser rojhilatê Helebê rakin, lê leşkerên rejîmê hemû hewldanan têkdişkîne.

Wail Mihemed ku yek ji welatiyên rojhilatê Helebê ye îro Çarşemê (27ê Tîrmehê) ji ARA Newsê re got ku, grûpên Odeya Operasyonên Fetih Heleb li her du eniyên Benî Zêd û Xalidiye êrîşî pêgeên rejîmê kirin, lê êrîşa wan serneket.

Di beramber de şervanan êrîşa leşkerên rejîmê û çekdarên Îranî û Iraqî yên Hizbullah a Libnanî li ser Seken Şebabî, pûçkirin.

Heriwha li eniya Kastêlo-Lêremûn jî opozîsyon hemû hewldanekê dike ji bo girtina wê rêya stratejîk û rakirina dorpêça li ser rojhilatê Helebê.

Firokeyên Rûsî jî yên alîkariya rejîmê dikin taxênHiluk, Inzarat, Seken Şebabî, Benî Zêd, Kefir Hemre û Yaqid el-Edes armanckirin, di encamê de 3 kesan jiyana xwe jidest dan û hejmarek din jî birîndar bûn.

Duh Sêşemê leşkerên rejîmê dorpêça li ser rojhilatê Helebê asê kiribûn, aliyên navdewletî jî hişyariyê ji karesateke mirovî li wê navçeyên didin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top