Grûpên radîkal Efrînê topbaran dikin

ARA News- Efrîn

Grûpên Islamî yên radîkal gundên derûdora Efrîna Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin, ziyan jî tenê madî ne.

Endamê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Rêzan Hido derbarê topbaranê de îro Çarşemê (27ê Tîrmehê) ji ARA Newsê re got: “Grûpên Islamî yên li gundê Atmê ji duh ve her du gundên Cilme û Dîwan ên ser bi Cindêrisê ve dane ber topban.”

Gundê Atmê di dest Eniya Nusrayê, Feyleq el-Şam, Ehrara el-Şam û Ceyş el-Sine de ye.

Hido da zanîn jî ku, ti ziyanên mirovî ji encama topbaranê neketine “tenê ziyanên mezin gihande mal û milkên welatiyan.”

Di beramber vê êrîşê de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva wê êrîşê bi avêtina Hawenan da.

Di meha borî de wan grûpên radîkal nêzîk hezar darên zeytûnan şewitandibûn, herwiha gefa şewitandina 40 hezar darên din jî xwaribûn.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top