Piştî komkujiya Qamişloyê Peyama Erebên Sûrî hehişt

Li jêr çavdêriya rêjîma Esed a xwînrêj û bi imzeya DAIŞê teqîna xwekujî ya Qamişlo di Çarşemeke reş de rûda û peyameke xurt bû ji rêjîmê bo Kurdan daku bizanibin ku ew li ser piyên xwe ye û ji wan ne razî ye.

Helbet em ji rêjîma Esed bêminet in û tiştekî me li cem hev nîne, lê tişta ku dilê  mirovî bixelîne û meidê wî sar bike helwesta xelkên sûriyê ye bi taybet Erebên Sinî yên ku hin ji wan û bêdeng man an jî  hineke din eşkere kêfa xwe anîne li ser zimên û wek ku ew dibêjin bi Erebiyeke Bê edeb ” Eslecet sidûrena” a ku ji çanda wan a pîs hatiye û diroka wan a qirêj dide nîşankirin û ev  ” Eslecet sidûrena” tê bi wateya “bihna me li wan fereh bû”. Belê ev Sûrî ne eger hûn wan nas nakin ez ê hinekî ji we re behsa wan bikim: Surî li dijî Beşarê diktator rabûn ji ber ku ew Elewî bû û ew bi gelemperî Sinî ne û heta niha pesnê Sedam Hisên didin û wî wek şêrê Ereban binav dikin.

Erebên Sûriyê piştgiriya Qamişlo û Kurdan a ji şoreşê re ji bîr kir; bila em navê şoreşê li tevliheviya 2011an bikin, Eve 5 sal û  nîv in Kurd weke erkekî mirovî piştgiriya xwe radigihînin bo hemû xelk û bajarên Sûriyê lê timî aliyê din yan ev tişt li cem wan kesan xuya nedikir yan jî bi rengekî fihêtok didan xuyankirin.

Piştî rûdawên dijwar ên helebê qewimîn berî pêlekê gelek Kurdan ji Helebiyan bêhtir xemgîn bûn û Sûriyan Sûrîtir bûn û îro ez tînim bîra wan kesan gelo we Sûriyên xwe, “birayên xwe” nas kirin!? an hîn.

Giyanê Şehîd şad be û sersaxî bo kesûkarên wî û hevgirtina me çareserî ye ji van bûyeran re.

Nivîskar: Fener Hemedo

Top