Hunermendekî Rojava stranek li ser teqîna Qamişloyê weşand

ARA News- Qamişlo

Hunermednê Rojavayê Kurdistanê, Xemgînê Qamişlo stranek li ser teqîna Qamişloyê berhema anî û weşand.

Gotinên stranê li ser serpêhatiya duh Çarşemê (27ê Tîrmehê) li Qamişloyê ne, ku di encama wê teqînê de bi dehan kes bûne qurbanî.

Teqîn bi rêya barhilgireke bombekirî bû ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû şandin û li taxa Xerbî ya Qamişloyê hatibû teqandin.

Heta niha 51 kes ji encama teqînê şehîd bûne, herwiha bêhtir ji 170 kesên din birîndar in.

Îro Qamişlo di reşwa şînê de ye, malbatên şehîdan jî ji bo şîna zarok, bav, bira, dayik, xuşk û hevjînên xwe kon vedan.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top