Eniya Nusrayê “nav û armancên” xwe guherîn

ARA News- Navenda Nûçeyan

Rêberê Eniya Nusrayê, Ebû Mihemed el-Colanî ragihand ku, wan navê xwe bo “Eniya Fetih el-Şam” guherî û êdî ti pêwendiya wan a rêxistinî bi rêxistina Qaîde re nemaye.

Ebû Mihemed el-Colanî di yekemîn dîmena vîdeyoyî de ku rûyê xwe ji medyayê re eşkere kir, îro Pêncşemê (28ê Tîrmehê) ragihand ku, êdî ti pêwendiya wan a “rêxistinî” bi rêxistina Qaîde re nemaye.

El-Colanî diyar kir ku, dê navê wan ji niha û şûn ve “Eniya Fetih el-Şam” be, dawî jî li navê Eniya Nusrayê ya ku di sala 2011an de hatibû avavkirin, anî.

Navborî diyar kir ku, dê armanca wan “parastina şoreşa Sûriyê û cîhada xelkên Şamê, sepandina Şreîeta Xwedê, jihev nêzîkirina grûpên mucahîdan li Şamê” be.

Herwiha el-Colanî diyar kir ku, dê ti girêdana Eniya Fetih el-Şam bi “ti aliyekî derekî re nebe.”

Çendîn car ber el-Colanî hevdîtinên televîzyonî ligel çend kenalên Erebî kiribû, lê rûyê wî nedihta eşkerekirin.

Di dawiya sala 2012an de, Amerîka Eniya Nusrayê wek rêxistine terorîst da zanîn, Encûmena Asayişa Navdewletî jî di sala 2013an de navê Nusrayê xist lîsteya rêxistinên terorî de.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top