Li Minbicê pêşdeçûna şervanan berdewam e

ARA News- Kobanê

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) du xalên din li nava Minbicê ji çekdarên radîkal paqijkirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, şervanên QSDê îro Înê (29ê Tîrmehê) rê û pira el-Bîzar ji dest çekdarên DAIŞê derxistin.

Serê sibeha îro jî şervanan taxa el-Kecilî girtibûn, niha jî şer û pevçûnên dijwar li nav taxa el-Neîmî diqewimin.

Rê û pira el-Bîzar jî her du taxên el-Kecilî û el-Neîmî bihev ve girêdidin.

Di operasyona ku ji dawiya Gulana borî ve hatiye destpêkirin de, hevpeymaniya navdewletî bi hemû şiyanên xwe alîkariya şervanên QSDê dike.

Li aliyê bakur-rojavayê Minbicê jî, DAIŞê duh êrîşî gundên Bozgîç, Mişêrfet El-Biwêr û El-Dadat kiribûn.

Lê şervanan bi tundî bersiva wan dabû û “35” çekdarên radîkal jî di êrîşê de hatine kuştin.

Top