Amerîka: Dibe Heleb hevkariya me û Moskoyê têxe metirsiyê

ARA News- Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, John Kerry ragihand ku, eger niyazên xirab ên Rûsyayê li Helebê hebe, dê ev yek hevahengiya navbera her du welatan têxe metirsiyê.

Rûsya û rejîma Sûriyê duh Pêncşemê “operasyoneke mirovî” li rojhilatê Helebê ragihandin, ji bo rizgarkirina welatiyên sivîl ên li wê navçeyên dorpêçkirî.

John Kerry bi guman li wê pêngava Mosko û Şamê dinêre û derbarê mijarê de jî wiha got: “Eger ev yek xapandin be, dê metirsiyeke mezin li ser hevkariya” navbera her du welatan de bike.

Kerry eşkere kir jî ku, ew gelek bi “hestiyarî” li vê pêngava Mosko û Şamê dinêrin û “di nava 24 demijmêrên borî de du caran ligel Moskoyê axifiye.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê anî ziman jî ku, ew dê civînekê li ser rastiya wê niyaza Rûsya û Sûriyê lidarbixin.

Di naverasta heftiya borî de leşkerên rejîmê yên ku çekdarên Îranî, Iraqî û yên Hizbullah a Libnanî alîkariya wê dikin, karîn navçeyên rojhilatê Helebê yên di dest opozîsyonê de bi temamî dorpêç bikin.

Li gor amarên ne fermî, di navçeyên li rojhilatê Helebê de navbera 250-300 hezar kesên sivîl dijîn.

Beriya niha jî Neteweyên Yekbûyî (NY) daxwaza vekirina korîdorên mirovî kiribû, ji bo gihandina alîkariyên mirovî bo rojhilatê Helebê.

Top