Pêwîstiya Herêma Kurdistanê bi “7 milyar dolar” heye

ARA News- Navenda Nûçeyan

Berpirsekî Herêma Kurdistanê eşkere kir ku, pêwîstiya wan bi 7 milyar dolar heye ji bo alîkarîkirina penaber û derbideran.

Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Felah Mistefa di civînekê de ligel Komisyarê Karûbarên Mirovî li Yekîtiya Ewropayê, Christos Stylianides îro Înê (29ê Tîrmehê) li Hewlêrê ragihand ku, di “rewşa niha” de ew nikarin hemû pêwîstiyên penaber û derbideran pêk bînin.

Li gor amarên fermî yên, niha bêhtir ji yek milyon û 800 hezar derbider û penaber li Herêma Kurdistanê hene.

Felah Mistefa tekez kir jî ku, niha pêwîstiya wan bi 7 milyar dolar heye ji bo karibin pêwîstiyên wê hejmara mezin a penaber û derbideran bidest bixin.

Di beramber de, Christos Stylianides tekez kir ku Yekîtiya Ewropayê amade ye alîkariya Herêma Kurdistanê di warê peydakirina xurak, derman, pêwîstiyên pizîşkî û perwerdeyê de alîkariyê bikin.

Ji bilî penaberên Rojavayê Kurdistanê, bi sedan hezar derbiderê Iraqî yên ji ber şerê DAIŞê reviyan e niha li Herêma Kurdistanê dijîn.

Top