Heleb: Opozîsyonê êrîşeke rejîmê pûç kir

ARA News- Heleb

Leşkerên rejîmê û çekdarên bi ser ve êrîşî çend pêgehên opozîsyonê li bakur û rojhilatê Helebê kirin, lê şervanên opozîsyonê ew êrîş pûç kirin.

Şervanekî opozîsyonê li bakurê Helebê bi navê, Welîd Ebû Rebîe derbarê pêşhatên meydanî de ji ARA Newsê re diyar kir ku, leşkerên rejîmê û çekdarên Îranî, Iraqî û Hizbullah a Libnanî êrîşî taxa Kerim el-Terab li rojhilatê bajêr kir.

Ebû Rebîe da zanîn ku, beriya êrîşa bejayî firokeyên Rûsî bi dijwarî taxa navborî bombebaran kir, topxaneya rejîmê jî gelek top avêtibine.

Şervanên opozîsyonê karîn di rûyê wê êrîşê de bisekinin û pêgehên xwe li taxa Kerim el-Terab biparêze.

Di naverasta heftiya borî de leşkerên rejîmê yên ku çekdarên Îranî, Iraqî û yên Hizbullah a Libnanî alîkariya wê dikin, karîn navçeyên rojhilatê Helebê yên di dest opozîsyonê de bi temamî dorpêç bikin.

Li aliyê din, grûpên Islamî yên ser bi opozîsyonê ve êrîşî navçeya Seken Şebabî kirin, lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersiva wê êrîşê da û nehiştin opozîsyonê li wê dever pêşde biçin.

Firokeyên Rûsî û Sûrî jî êrîşeke bê hempa dibin ser taxên li rojhilatê bajêr, bi taybetî taxên Kerim el-Terab, Hiluk, Biêdîn, Şiqêf û H

Top