Praniya birîndarên teqîna Qamişloyê hatin dermankirin

ARA News- Qamişlo

Praniya birîndarên teqîna Qamişlo li nexweşxaneyên bajrê derman wergirtine û hejmarek din jî hîn di bin çareseriyê de ne.

Li gor agahiyên ku ARA Newsê ji praniya nexweşxaneyên Qamişloyê bidest xistine, hejmarek ji birîndarên teqîna 27ê Tîrmehê, ji ber giraniya birînên wan hê çareseriyê werdigrin.

Amarên ku hatine belavkirin amaje bi birîndarbûna 170-185 kesan ji encama teqînê dikin, praniya wan jî hatine dermankirin.

Teqîn roja 27ê Tîrmehê li taxa Xerbî bi rêya barhilgireke bombekirî çêbibû, DAIŞê berpirsyariya xwe ji teqînê aniye ziman, di encamê de jî 52 kes şehîd bibûn.

Di nav şehîdên teqînê de 6 term here ku heta niha nasnameya wan nehatiye naskirin, herwiha 9 kesên windayî jî hene.

Di teqînê de çend balexane û mal hiwelşiya bûn, heta niha jî tîmên hawarhatinê li cihê teqînê dixebitin.

Top