Rêkeftina Ewrop û Tirkiyê di “metirsiyek mezin” de ye

ARA News- Navenda Nûçeyan

Berpirsekê payebilind ê Yekîtiya Ewropayê (YE) eşkere kir ku, rêkeftina wan ya ligel Tirkiyê derbarê pirsa penaberan de “di metirsiyek mezin de ye.”

Serokê Komisyona Ewropayê, Jean-Claude Juncker di hevpeyvîneke rojnamevanî de îro Şemiyê (30ê Tîrmehê) ji rojnameyeke Austryayê re ragihand ku, dibe têkçûna rêkeftina ligel Tirkiyê hejmara penaberan carek din zêde bike.

DI naverasta Adara borî de YEyê rêkeftinek ligel Enqereyê îmze kir, li gor rêkeftinê dê Ewropa alîkariyên darayî bo Tirkiyê bişîne da ku xizmeta penaberan bike û rêyên çûna bi qaçaxî bo welatên rojava bigire.

Jean-Claude Juncker derbarê metirsiyê li ser çarenivîsa wê rêkeftinê wiha anî ziman: “Metirsî mezin e. Serkeftina rêkeftinê hê ne xurt e. Serok (ê Tirkiyê) Erdogan berdewma dibêje ku ew dê dubare awirekê li rêkeftinê bide.”

Navborî tekez kir jî ku, eger rêkeftina ligel Enqereyê têk biçe “dê dîsan penaber ber bi Ewropayê ve werin.”

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayip Erdogan roja 25ê Tîrmehê di hevpeyvîneke televîzyonî de bi zimanekî tûj li dijî YEyê axifîbû û wiha gotibû: “YE pêbendî sozê xwe derbarê alîkarîkirina penaberan de nebûye, ji koma 3 milyaran tenê yek milyon euro şandine.”

Berdevkê YEyê, Margarets Hinas di bersiva Erdogan de ragihand ku, heta niha wan 740 milyon di budceya Ewropî de ji bo penaberan diyar kirye, herwiha ew hewla diyarkirina 1.4 milyar euro yên din dikin.

Margarets Hinas tekez kir jî ku, ji koma 740 milyon euroyî, wan 105 milyon ji bo alîkarîkirina penaberan xerç kiriye “bi vê yekê jî hejmara pereyan digihe 2.15 milyaran.”

Herwiha wî berpirsê Ewropî diyar kir jî ku “ew pere ji bo alîkarîkirina penaberan in û ne ji bo hikûmeta Tirkiyê ne.”

Li gor medyayê jî, piştî kudetaya 15ê Tîrmehê berpirsên cîbicîkirina rêkeftina penaberan ji kar hatine dûrxistin û heta niha ti kes li şûna wan nehatiye diyarkirin, ev jî metirsiyê li ser rêkeftinê zêdetir dike.

Top