Şandeyeke “Taliban”ê serdana Çînê kiriye

ARA News- Navenda Nûçeyan

Şandeyek ji Tevgera Taliban a Efxanistanî serdana Çînê kiriye û ligel rayedarên wî welatî çend pirsên di rojeva Efxanistanê de gotûbêj kirine.

Li gor ku televîzyona BBC a Brîtanî li ser zarê berpirsekî Talibanê belav kiriye, serdan bi serpereştiya Serokê Polîtbîroya Tevgera Talibanê, Ebas Stanakizî di navbera 18-22ê Tîrmehê de li ser banghêşa hikûmeta Çînî hatiye kirin.

Tevgera Talibanê li Efxanistanê şerê hikûmeta ku ji aliyê Amerîkayê ve tê piştgirîkirin, dike.

Li gor wî berpirsê Talibanê, ku navê wî nehatiye eşkerekirin, pêwendiyên tevgera navborî “yên baş” bi gelek welatan re hene.

Derbarê naveroka civîna li Çînê de jî wiha hatiye: “Me ligel berpirsên Çînî behsa tawanên hêzên dagirker (wek amajeyekê bo Amerîka) li dijî gelê Efxanî kiriye.”

Herwiha wî berpirsê Talibanê diyar kir ku, armanca serdanê ew e ku “hikûmeta Çînê alîkariya me bike da ku em vê doza xwe bigihênên qada navdewletî û ji dest dagirkeran rizgar bibin.”

Wek tê zanîn, Çîn yek ji endamên grûpa 4 alî (ligel Amerîka, Pakistan û Efxanistanê) ye, ya ku di destpêka vê salê de hewla destpêkirina danûstandinên aştiyê ligel Tevgera Talibanê kirine, lê ew hewldan serneketibûn.

Di mehên borî de jî, rêberê Talibanê, Mel Mihemed Exter Mensû di êrîşa firokeyeke bê firokevan a Amerîkî de hatibû kuştin.

Top