QSDê “15 DAIŞ” dîlgirtin

ARA News- Kobanê

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 37 çekdarên DAIŞê kuştin û 15 jî dîlgirtin.

Li gor agahiyên ku ji eniyên şerê li Minbicê tên belavkirin, biha şervanên QSDê li taxa el-Neîmiyê şerê çekdarên radîkal dikin.

Di şer û pevçûnên li filkeya Cezîre, filkeya el-Delleyê “22” çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Du Înê (29ê Tîrmehê) şervanan taxa el-Kecilî girtibûn.

Piştire jî QSDê rê û pira el-Bîzar jî ku her du taxên el-Kecilî û el-Neîmî bihev ve girêdidin, girtibû.

Herwiha li gundê Mişerif Til Buyerê, ku dikeve bakur-rojavayê Minbicê, 15 çekdarên DAIŞê ketin dest şervanên QSDê de.

Li aliyek din hat belavkirin ku, di du heftiyên borî de şervanên QSDê katrîne hezar û 500 welatiyên sivîl ên Minbicê ji destê DAIŞê rizgarbikin.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Top