Firokeyan “cîgirê Bexdadî û 11 fermandarên DAIŞê” kuştin

ARA News- Navenda Nûçeyan

Artêşa Iraqê ragihand ku, firokeyên wan civîneke “berfereh” a “waliyên DAIŞê” armanckirin û 12 fermandarên paye bilind ên rêxistina radîkal kuştin.

Li gor daxuyaniya artêşa Iraqê, duh Înê (29ê Tîrmehê) li ser bingeha zanyariyên îstixbaratî yên Iraqî, firokeyên Iraqê û hevpeymaniya navdewletî civîneke fermandarên DAIŞê li navçeya Qaîm a ser bi parêzgeha Enbarê ve armanc kirin.

Di encama bombebaranê de cihê ku civîn li dihat kirin û kargehek hatin jinavbirin, çend teqîn li cihê bombebaranê çêbûn, 3 otomobîl hatin jinavbirin, embargehek hat teqandin û 2 otomobîlên bombekirî jî hatintêkbirin, li gor zanyariyên di daxuyaniyê de hatine.

Herwiha di nava kuştiyên DAIŞê de, cîgirê “xelîfeya” wê rêxistinê hebû, lê navê wî nehatiy eşkere kirin.

Her 11 kuştiyên din jî ev bûn: Waliyê Felûceyê, berpirsê xwekujan li Felûceyê, nûnerên wîlayeta başûr Ebû Bekir el-Anî û Ebû Qisûre, cîgirê berpirsê ketîbeya Dabiq, Ebû Teha el-Ezawî ku zaveyê Bexdadî ye û berpirsê pêwendiyên DAIŞê û Qaîdê bû, berpirsê Ketîbeya Sehraa yê wîlateyta Firatê (navçeya Qaîm a Iraqî û Bûkemal a Sûrî), berpirsê ewlekarî yê navçeya Kerabile, nûnerê wîlayeta bakurê Bexdayê Ebû Ishaq el-Cibûrî, cîgirê waliyê wîlayeta el-Xêr (Dêrezor a Sûriyê) Ebû Yehiya el-Mexribî û waliyê wîlayeta Firatê.

Di nav kuştiyên DAIŞê de jî, kesên Rûsî, Çîçanî û Qefqazî hebûn.

Ji bilî wan fermandarên DAIŞê, 11 çekdarên radîkal jî di êrîşê de hatine kuştin. Ev êrîş jî ji yên herî dijwar û bibandor bû di şerê li dijî DAIŞê de.

Top